BURDUR
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu diyar kir ku destûrê nade ku dev biavêjin şerefa tu kesî û wipa got: "Ez wek Serokê Giştî yê AK Partiyê bi Bahçelî, Kiliçdaroglu û Demirtaş re reqabeta siyasî dikim lê wek Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê şerefa wan jî emanetî min e. Ji ber wê ez vê gotinê ji tu kesî re nabêjim lê em destûrê nadin tu kesî jî ku hem li nav çavên me binêrin hem jî wekî ku îxanetê dîrokê bikin tevbigerin."
Davutoglu di mîtinga partiya ya xwe Burdurê de xîtabî welatiyan kir û wiha axivî: "HDP li Wanê, Agiriyê, Sêrtê, li her derê Tirkiyeyê bi taybetî li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê şîdet kir. Êrîşî konvoyên AK Partiyê kirin. Min ji vir bangî birayên xwe yên li Rojhilat û Başûrê Rojhilat jî kir. Em dê destûrê nedin şîdet û tehdeyê."
Davutoglu bangî serokê partiyan jî kir û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Werin em bêyî ku heqaretê bkin, biaxivin. Bila tu kes tu kesê rencîde neke û rexne bêrencîde bên kirin. Niha qala hin kasedan, dîsa qala şantajan dikin. Ez vê bi awayekî samimî dibêjim; wekî 2011an heke hin kes rabin û hel bide ku ji ser kasedan hin kesan aciz bike an jî şantajên din derkevin holê, ji kîjan partiyê dibin bila bibin, kesê ku der heqê wî de kased hatiye derxistin her kî dibe bila bibe em dê ligel wî bin, li dijî şantajkeran bin. Lê em li bendê ne ku muxatabên me jî heman samîmiyetê nîşan bidin. Heke hin kes ji me re dafikan vedin, bi taybetî rêxistina paralel eman ha baldar bin."