MÛSIL
Hat ragihandin ku li Mûsil, Selahaddîn û Enbara wilayetên Iraqê di pevçûnên ku derketin derketin de 35 milîtanên DAEŞa rêxistina terorê hatin kuştin û 7 leşker jî birîndar bûn.
Tumgeneral Necîm Ebdûllah el-Cûbûriyê Fermandarê Operasyonên Mûsilê yê Artêşa Iraqê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku balafirên koalîsyona di bin serkêşiya DYAyê de li Telafera navçeya Mûsilê, êrîşê endamên DAEŞê yên ku merasima daborînê dikirin, kir. Di êrîşê de 13 milîtan mirin.
Cûbûrî got ku di dema êrîşa balafirên koalîsyonê de gelek wesayîtên leşkerî yên ku merasima daborînê dikirin jî hatin îmhakirin. Cûbûrî qal kir ku di pevçûnên ku li hawirdora Mûsilê derketin de jî bi dehan milîtanên DAEŞê yên ku di nav wan de milîtanên fransiz, fasî û cezayîrî jî hene mirin.
Di vê navberê de li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin li herêma Ebû Cerada li navçeya Beyciya girêdayî bajarê Selahaddîn, Ebû Ebdûllah el-Erebiyê berpirsyarê leşkerî yê DAEŞê yê li Beyciyê ji aliyê yekîneyên artêşê ve hat kuştin.
Ji aliyê din ve Fermandarê Operasyonên Enbarê Tumgeneral Mihemed Xelef jî diyar kir ku milîtanên DAEŞê li navçeya El-Kermeya girêdayî Enbara ku dikeve rojavayê welêt, bi wesayîta bombebarkirî êrîş birin ser yekîneyên artêşê. Xelef da zanîn ku wesayît hat îmhakirin di pevçûna ku derket de 7 milîtan hatin kuştin.
Xelef da zanîn ku li herêmên curbicur ên Fellûceya navçeya Enbarê 8 milîtanên ku bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî hêzên ewlehiyê kirin hatin kuştin û wesayîtên wan jî hatin imhakirin. Xelef got DAEŞê li rojhilatê navçeyê êrîşa xwekujiyê kir û piştî êrîşî pevçûn derket, di pevçûnan de 6 milîtan hatin kuştin.
Xelef her wiha diyar kir ku li herêmê di pevçûna di navbera milîtanên DAEŞê û hêzên ewlehiyê de jî 7 leşker birîndar bûn.
Li Iraqê piştî ku DAEŞa rêxistina terorê ji hezîrana par ve di serî de Mûsil kontrola hin bajaran bi dest xist, pevçûn derketin û ev pevçûn hê jî berdewam dikin.