Midûrê Îdareya Deriyên Sînor ê Xezeyê Mahîr Ebû Subha daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji destê sibê vir de bi dehan kes ji Misrê derbasî Xezeyê bûn.
Ebû Subha got ji ber ku Deriyê Sînor ê Refahê hatibû girtin qirîza li Xezeyê qatbeqat zêde dikir û bangî rêvebeya Misrê kir ku bila deriyê sînor her tim vekirî bihêle.
Ebû Subha wiha axivî: "Di navbera Xezeyê û dinyayê dl bi tenê deriyek heye ew jî 86 roj e girtî ye. Hejmara kesên ku dixwazin ji bo sedemên mirovahiyê derbasbin ji 15 hezarî zêdetir e. Ji van 3 hezar kes nexweş in, 2 hezar kesî jî xwendekar in. Nîvê van kesan jî nexweşên şîrpençeyê yên ber mirinê ne."
Rêveberiya Qahireyê diyar kiribû ku ewê Deriyê Sînor ê Refahê di rojên sêşem û çarşemê di ji bo kesên ku li bendê ne ji bo çûyîna ji aliyekê vekin.
Di navbera Xezeyê û dinyayê de bi tenê deriyek heye ew jî Deriyê Sînor ê Xezeyê ye. Hingî Mihemed Mûrsiyê Serokomarê Misrê yê ku cara ewil bi hilbijartinê hatibû ser wezîfeyê bi derbeyê ji wezîfeyê hatibû dûrxistin bi tenê ji bo rewşên mirovahiyê tê vekirin wek mayîn ji çûyîn û hatinê re girtî ye.