Haydar Şahin
2017 ж. 04 қараша•Rojanekirin: 2017 ж. 05 қараша
HEWLÊR
Rex Tîllersonê Wezîrê Karên Derva yê DYAyê bi têlefonê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra axivî û got temeniya wî ew e ku ji bo pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê da bi bên çareserkirin mizakereyên siyasî dest pê bikin.
Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya hikûmeta HKIyê hat weşandin da hat diyarkirin ku Tîllerson bi Barzanî ra axivî û got ji ber ragêşiya di navbera Hewlêr û Bexdayê da ketiye nav fikaran û welatê wan piştgiriyeke tam dide mafên HKIyê yên di qanûna bingehîn da.
Hat ragihandin ku Tîllerson gotiye temeniya wî ew e ku diyalog û agirbesta di navbera Hewlêr û Bexdayê da ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan vegere mizakereya siyasî.
Wek mayîn hat destnîşankirin ku Barzanî jî got ji ber pêşdaçûna leşkerên Iraqê di nav fikaran da ne û HKI ji bo destpêkirina mizakereyên siyasî amade ye.
Di heman demê da hat destnîşankirin ku Barzanî ji DYAyê û civaka navneteweyî xwest ku bira Iraqê teşwîq bikin ku dev ji rêyên leşkerî berde û derbasî rêya diyalogê bibe.