Nihat Kavşut
03 Mijdar 2017•Rojanekirin: 04 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Li Xuteya Rojhilat ya li Şama paytextê Sûriyeyê di bin dorpêça rejima Beşşar Esed da ye bi hezaran malbat zarokên xwe birçî dişînin dibistanê.
Îbrahîm Mihemmedê 6 zarokên wî hene destnîşan kir ji ber ku îş û kar tuneye rojê tenê dikare nîv dan xwarin û xurek ji zarokên xwe ra bîne.
Li Xuteya Rojhilat malbat di nav lepê birçîbûn û bêdermaniyê da ne û Îbrahîm Mihemmed jî yek ji wan bavan e ku nikare debara malbata xwe bike. Mihemmed rewşa li herêmê ji nûçegihanê AAyê ra got û destnîşan kir "ji xirabiyê jî xirabtir e."
Îbrahîm Mihemmed diyar kir ji ber êrîşên rejima Esed xwe sipartine Xuteya Rojhilat û tenê bi alîkariya saziyan li pê dimînin.
Mihemmed destnîşan kir ji şeveqê heta êvarê tenê dikare nîv danek xwarin û xurek bixwin û wiha got: "2 sal û nîvek berê me ji ber êrîşan koç kir. Rewşa Xuteya Rojhilat ji xirabiyê jî xirabtir e. Bêkarî zehf e. Kar tuneye. Zarokên min ji şeveqê heta êvarê tenê nîv danek xwarin dixwin."
Meryema xanima Mihemmed jî destnîşan kir 6 zarokên wê hene û dema birçî dibin nizane çi bike.
Meryemê destnîşan kir ji ber êrîşên rejima Esed ji beldeya Deyr Asafîra li rojhilatê başûrê Şamê koçî Xuteya Rojhilat kirine û wiha got: "Ji ber dorpêçê jiyan zor û dijwartir dibe. Zarok bêyî taştê diçin dibistanê."
Hîbeya zaroka herî biçûk ya malbatê diyar kir ji ber birçîbûnê nikarin guh bidin dersê û wiha got: "Em birçî diçin dibistanê. Li dibistanê jî em nikarin xwarin û xurekê bixwin. Ez di dersan da ji birçîna gêj dibim."
Xuteya Rojhilat 5 sal in di bin dorpêça rejima Esed û aslîgirên wê da ye û qederê 400 hezar kesên sivîl di nav şert û mercên dijwar da dijîn.
Li Xuteya Rojhilat 7 mehên dawîn jî dorpêça rejimê zêde bûye û xwarin û xurek û derman naçin herêmê.
Li gor daneyên meclisa herêmî li Xuteya Rojhilat bi hezaran zarok ji ber tunebûna xwarin û xurekê û dermanan li ber mirinê ne.
Tora Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirovan (SNHR) di rapora xwe ya di 24ê cotmehê da ragihandibû li herêmê ji ber dorpêçê 206 jê zarok, 67 jê jin herî kêm 397 sivîl ji ber tunebûna xwarin û xurekê û dermanan mirine.