HEWLÊR
Hat ragihandin ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) rojane 550 hezar warîl neft hildiberîne.
Alîkarê Serokê komîsyona Neft û Xazê yê Parlemana HKIyê Dilşad Şaban di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de wiha got: "Halê hazir herêma Kurdistanê rojane 550 hezar warîl neft hildiberîne. Ji vê 250 hezar warîlî dide Şîrketa Neteweyî ya Neftê ya Iraqê (SOMO). 150 hezar warîlî ji bo pêdiviya hundur xerc dike û 150 hezarên mayîn jî şûna deynê xwe dide şîrketên taybet."
Şaban destnîşan kir ku armanca HKIyê ew bû ku heta dawiya salê rojane milyonek warîl neft hilberîne, lêbelê ji ber êrîşên DAEŞê ev ê pêk neyê û di nava şertên nû de dixwaze ber bi 2016an de hilberîna xwe ya rojane derxîne 700 hezar warîlî.
Şaban diyar kir ku li Kerkûkê armanca rojane 300 hezar warîl hilberîn bi ser neket û wiha domand: "Ji ber ku hin bîr di kontrola DAEŞê de ne û hin xetên boriyê zirar dîtine li Kerkûkê aniha rojane di navbera 150 û 200 hezar warîl neft tê hilberîn. Heke ku pirsgirêkên teknîkî bên çareserkirin hilberîna li Kerkûkê dê zêde be."
Şaban balkişand ku li herêma Kurdan 62 şîrketên taybet ên neftê yên biyanî dixebitin û hin şîrketên ku ji ber êrîşên DAEŞê xebatên xwe rawestandibûn, ji nû ve dest bi hilberînê kirin. Şaban got ku 3 milyar dolar deynê HKIyê ji van şîrketên navborî re heye.
Şaban got ku Rêveberiya Herêma Kurdan xwe amade dike ku 2017an de xaza tabiî sewqê Tirkiyeyê bike û wiha xeberda: "HKI ji bo xaza ku hildiberîne bikaribe binirxîne, li Duhok û Silêmaniyê santralên ceyranê yên ku bi xaza tebiî dixebitin ava kirin."