27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
TAHRAN
Hat ragihandin ku li Nayîna navçeya Îsfahana Îranê balafira şer a F-7ê ya perwerdeyê ket.
Li gor nûçeya IRINNê ya têlevîzyona dewleta Îranê, F-7a balafira şer ji bo perwerdeyê ji 8emîn Balafirgeha Îsfahanê rabû û li navçeya Nayînê ket.
Li gor nûçeyê her du murettebatên jetê bi paraşûtê xwe avêtin û di bûyerê da tiştek bi kesî nehat û jet jî li eraziyê vala ket.
Hat gotin ku jet ji ber erizeke teknîkî ketiye.