27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 28 Nîsan 2016
MÛSIL
Artêşa Iraqê ya ji ber têrnekirina hêzên eskerî, 3 hefte berê navber dabû operasyona azadkirina Mûsilê, bi alîkariya hêzên asmanî ya hêzên koalîsyona navneteweyî, ji eniya Mexmûrê va dîsa operasyon da destpêkirin.
Ji femandarên artêşa Iraqê yên li herêmê General Latîf Haşîm ji nûçegihanê AAyê ra wiha daxuyand: "Hêzên koalîsyona navneteweyî, serê sibê Mehana gundê di destê DAEŞa rêxistina terorê da bombe kir. Piştre eskerên me gund xistin bin kontrola xwe."
Haşîm got ku şerê navbera artêşa Iraqê û milîtanên DAEŞê da dewam dike.
Fermandariya Operasyonên Hevpar a Nînovayê ya li Mexmûra navçeya Mûsilê, di 6 nîsanê da daxuyandibû ku, piştî ku hêzên eskerî bişînin herêmê wê operasyona azadkirina Mûsilê dîsa bidin destpêkirin.
Navçeya Mexmûrê ya dikeve aliyê başûrê Mûsilê, 60 kîlometre dûrî navenda bajêr e.
Artêşa Iraqê di 24ê adarê da, ragihandibû ku operasyona xilaskirina Mûsilê ya di kontrola DAEŞê da ye, da destpêkirin.
Mûsila duyemîn bajarê mezin ê Iraqê, ji 10ê hezîrana 2014an vir va, di kontrola DAEŞa rêxistina terorê da ye.