27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
BAKU
Şerê li ser xeta eniyê ya Ermenistan-Azerbaycanê berdewam dike.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê da hat ragihandin ku, artêşa Ermenistanê do nîvê şevê bi çekên giran êrîş bir ser mewziyên Azerbaycanê yên li herêma Teterê.
Hat ragihandin ku artêşa Ermenistanê di şer da topê hawanê yên 82 û 120 mîlîmetreyî, topên obusê yên D-30yê ku 122 mîlîmetreyî û D-20 ê 152 mîlîmetreyî digel BM-21yê sîstemên reaktîf ên fuzeyê bikaranî. Herwiha Azerbaycanê jî derbe li hedefên eskerî yên Ermenistanê xist.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku ji vir û pê va berpirsiyarê bûyerên li eniyê biqewimin, rêvebiriya eskerî û siyasî ya Ermenistanê ye.