Li Elezîzê texsî û tankêra sotemeniyê li hev ketin, 3 kes mirin û 5 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, texsiya ku Ramazan Tabar diajot û plaqa wê 23 AC 250 ye tankêra sotemeniyê ya ku Mehmet Emîn Çevîk diajot û plaqa wê 06 DC 8333 ye, li ser rêya Elezîz û Bîngolê di kîlomêtroya 15em de li hev ketin.
Di qezayê de Tabarê şofêrê texsiyê, Fatma Tabar û Mustafa Enes Ongorenê 1 salî mirin. 4 kesên din ên ku di texsiyê de bûn û navê wan nediyare û şofêrê tankêrê Çevîk birîndar bûn.
Ekîbên AFAD û UMKEyê mirî û birîndar ji texsiyê derxistin. Birîndar bi ambulansan şandin nexweşxaneyan.
Ji ber qezayê çûn û hatina wesayîtan demekê sekinî û piştî paqijiyê rê dîsa vebû.