SILÊMANIYE
Hat ragihandin ku li Silêmaniyê di deh mehên ewilîn ya îsal de ji ber tundiya li ser jinan 72 jin mirin, der barê vê mijarê de jî 88 hezar gilî hatin kirin.
Nûnerê Silêmaniyê yê Serokatiya Têkoşîna li Hember Tundiya li ser Jinan yê Wezareta Navxweyî yê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Hêmîn Ebdulqadir ji ber "Roja navneteweyî ya têkoşîna li hember tundiya li ser jinan" civîneke çapemeniyê li dar xist. Ebdulqadirî got ku li Silêmaniyê di deh mehên ewilîn ya îsal de ji ber tundiya li ser jinan jî 88 hezar gilî hatin kirin.
Ebdulqadirî destnîşan kir ku di encama bergiriyên ku hatin girtin de, li gor par îsal tundiya li ser jinan kêm bû û got ku di giliyan de kêmbûneke jimarî heye lê belê di rêbaz û curbicuriya tundiyê de tu kêmbûn çênebûye.
Ebdulqadirî da zanîn ku ji 88 hezar giliyan 414 bûyer yên lêxistinê, 388ê wan yên gef û tirsandinê ne û diyar kir ku ji ber tundiyê 72 jin mirin. Ebdulqadirî diyar kir ku ji nav bajarê Silêmaniyê 585, ji derveyî bajêr jî 503 dosyeyên giliyê hatin. Ebdulqadirî da zanîn ku ji ber tundiyê 224 dosye hatin çêkirin, heta niha tenê 65 doz hatin çareserkirin û hê jî 159 doz hene.
Ebdulqadirî got ku 72 bûyerên mirinê qewimîn û bal kişand ku ji vana hinek wek mirina 'şewitînê' qewimîn û wiha axivî: "Ji van bûyerana 2yê wan bi xwekuştinê, 3yê wan bi kuştinê, 50yê wan bi şewitînên curbicur, 17yê wan jî bi xweşewitandinê qewimîn."
Di vê navberê de Yekîtiya Jinan a Kurdistanê, li Parka Bajêr ya Silêmaniyê pêşengeha wêne û resman ya ku çîrokên jinên ku tundiyê dibînin qise dikin, vekir. Endama yekîtiyê Şînê Kerîm Huseyîn got ku gelek jinên ku tundiyê dibînin, ji ber tehdeya malbatê û kevneşopiyan nikarin heqê xwe bigerin û wiha axivî: "Tundiyê li ser jinan dikin, lê gelek jinên ku tundiyê dibînin ji ber şerm, tirs, sedemên aboriyê û gelek sedemên din, tiştên ku tên serê wan nabêjin. Hinek ji wan xwe dişewitînin. Mixabin xweşewitandin li vir wekî kevneşopiyekê ye."
Şînê Kerîm bal kişand ku di van salên dawîn de dev ji hev berdan zêde bûne û diyar kir ku sedema sereke ya vê jî zewacên ku di temenên biçûk de tên kirin e.
Şînê Kerîm da zanîn ji bo ku beriya tundiya li ser jinê û îxlalên mafê jinan bigirin, li Kurdistanê gelek saziyên sivîl têkoşînê dide û got ku bi vê têkoşînê ser dikevin.