TAHRAN
Civîna Konseya Wezîran a 21emîn a Teşkilata Hevkariya Aborî li paytextê Îranê Tehranê dest pê kir û KKTC cara ewil di statuya dewleta çavdêr de beşdarî civînê dibe.
Wezîrên Karên derve yên Îran, Kirgizistan, Afganistan û Azerbaycanê jî bêşdarî civînê bûn. Di civînê de Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu Tirkiyê temsîl dike. Her wiha Kazakîstan, Pakîstan, Tacîkîstan,Turkmenîstan û Ozbekîstanê ku endam in jî bêşdarî civînê bûn. Di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Komara Tirk ya Kibrisa Bakûr Ozdîl Namî jî KKTCyê temsîl dike û KKTC wek dewleta çavdêr bêşdarî civînê dibe.
Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî axaftina vekirinê kir. Rûhanî got ku ji bo teşkîlatê reform pêwîst in. Rûhanî ji wezîran xwest ku demek berî demekê dest bi xebatên reforman bikin û wiha got: "Divê reformên ku ji bo Teşkîlata Hevkariya Aborî bên kirin, pirsgirêkên welatên herêmê çareser bikin.
Rûhanî diyar kir ku tecrûbeyên Teşkîlata Hevkariya Aborî ev 20 sal in rêya wan ronî dike û got ku divê hevkariya teşkîlatê derkeve asta herî bilind. Civîn piştî axaftina Rûhanî ji çapemeniyê re girtî hat kirin.