Fatih Gazioğlu
2018 ж. 11 қыркүйек•Rojanekirin: 2018 ж. 11 қыркүйек
QAHIRE
Sererkanên Endamên Konseya Hevkariya Kendavê (KÎK) û yên Misr, Urdun û Amerîkayê li Kuweytê civîneke eskerî li dar xist.
Berdevkê Artêşa Misrê Albay Tamîr er-Rîfaî der barê civînê da daxuyaniyek nivîskî weşand û got ku Sererkanê wan Korgeneral Muhammed Ferîd ji bo beşdarbûna civîna eskerî çûye Kuweytê.
Rifaî got ku civîn li ser deweta fermî ya Sererkanê Kuweytê hat lidarxistin. Rifaî diyar kir di civînê da geşadên li Rojhilata Navîn diqewimin, hevkariya eskerî û têkoşîna dijî tehdîtên li herêmê hatine axaftin.
Sererkanên endamên KÎKê yên Erebistana Siûdî, Mîrektiya Yekîtiya Ereban, Umman, Bahreyn û Qeterê duh bi mijara hevkariya eskerî da li Kuweytê civiyabûn.
Qeter piştî krîza kendavê ya ku di sala 2017an de çêbûbû cara ewile beşdarî civîneke eskerî dibe.
5ê hezîrana sala 2017an Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE), Behreyn û Misrê hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk û aboriyê bi Qeterê re dabûn sekinandin û ev jî li herêma Kendavê bûbû sedema krîzê.