Abdullah Tel
2018 ж. 11 қыркүйек•Rojanekirin: 2018 ж. 12 қыркүйек
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Alîkarê Serokê Amerîkayê Mike Penceyê ji ser têlefonê bi Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra axivî û êrîşa hêzên Îranê ya li ser axa Herêma Kurdistanê şermezar kir.
Di daxuyaniya ji Qesra Spî hat weşandin da hat gotin ku Pence û Barzanî ji ser têlefonê axivîn.
Pence di axaftinê da ji Barzanî ra got ku ew roket avêtin, êrîş û geflêxwarinên Îranê li ser Herêma Kurdistana Iraqê ya cîranê wan e, şermezar dikin.
Hat gotin ku di axaftinê da mijara têkiliyên dualî yên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê jî di rojevê da cih girtin.
Barzanî ji bo piştevaniya ku Amerîka di salvegera 11ê Îlonê da li dijî DEAŞa rêxistina terorê dide wan spasiya xwe anî ziman û bal kişand ser rewşa olên kêmnetewe yên li Iraqê.
Hêzên Îranê pêr êrîşî ser kampeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ya ku li Hewlêrê kiribûn û ji PDK-Îyê rêvebirên payebilind jî di nav da 16 kes hatibûn kuştin û 40 kes jî birîndar bûbûn.