Fatih Gazioğlu
24 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2018
STRAZBURG
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Donald Tusk li ser kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî wiha got: "Li pêşiya Ewropayê niha bi tenê rêyek heye. Divê hemû hûrgiliyên vê bûyerê derxine holê û divê nenihêrin kesên li pişt vê kuştinê kî ne û lêkolînê bikin."
Tusk li Strazburgê li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Ewropayê xitabî parlamenteran kir. Tusk ji bo kuştina Kaşikçi got ku dema bihîst şaş û metel maye û wiha axivî:
"Kuştina Kaşikçî sûcekî mezin e. Durûtiyeke biçûk jî wê ji me ra bibe şermeke giran. Menfeeta Ewropayê ew e ku bêyî binihêrin li pişt kî heye hemû hûrgilî bên eşkerekirin. Lê ez tiştekî baş dizanim, li pêşiya Ewropayê niha bi tenê rêyek heye. Divê hemû hûrgiliyên vê bûyerê derxine holê û divê nenihêrin kesên li pişt vê kuştinê kî ne û lêkolînê bikin. Ez hesasiyet û bibiryariya we ya di vê meseleyê da baş dizanim. Ez bawer im hûn nahêlin ku welat û saziyên we bikevine nav vê listîka nediyar."