BEXDA
Serokê TBMMê Cemîl Çîçek, ji bo têkiliyên fermî çû Bexdaya paytextê Iraqê.
Cemîl Çîçek û lijneya bi wî re bi balafira DAPê hat Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê. Wekîlê Serokê Parlementoya Neteweyî yê Iraqê Kûsaî Al-Sûheel, Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Farûk Kaymakçi û rayedarên din, pêşwaziya Cemîl Çîçek û lijneya bi wî re kirin.
Çîçek li Bexdayê dê bi Serokê Parlementoya Neteweyî yê Iraqê Ûsame el-Nûceyfî, Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî û Wekîlê Serokomarê Iraqê Hûdayr Huzaî re hevdîtinan bike.