TAHRAN
Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî ji bo Lijneya Wezîran 18 nav pêşniyarî meclisê kir û ji van navan 15 nav hatin qebûlkirin.
Li Meclisa Îranê 4 roj e ji bo hikûmeta nû hevdîtin tên kirin. Piştî van hevdîtinan li meclisê ji bo hilbijartina wezîran dengavêtin dest pê kir. Lê Mûhammed Ali Necefi, Cafer Meli Munferid û Mesûd Sultaniferê ku Rûhanî ji bo wezîrtiya perwerde, teknolojî, lêkolîn û zanistê û Spor û civaniyê pêşniyar kir raya pêbaweriyê wernegirtin û nehatin hilbijartin. Ji bilî van navan 15 navên din hatin qebûlkirin.
Alîkarê Serokomar Mûhammed Riza Sadiq li ser vê tevgerê diyar kir navên ku serokomar pêşniyarê meclisê kiriye, parlementer ne mecbûr in ku wan hilbijêrin, lewra heqê wan ê redkirinê jî heye.
Sadiq da zanîn ji bo wezaretên ku wezîrê wan hêj nehatine hilbijartin dê di demeke kurt de navên nû pêşniyarê meclisê bikin.