NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Li ser bangewaziya "cîvîna lezgîn" ya Îngilistan, Fransa, Avûstûralyayê pêşcivînek pêk hat. Di civînê de Alîkarê Sekreterê Giştî yê NYê Jan Eliasson der barê rûdanên li Misrê agahî dan Konseyê.
Piştî civîna ku ji çapemeniyê re girtîbû, Balyoz û Temsîlkara herdem ya Arjantînê û Seroka Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Maria Cristina Percevel da zanîn ku endaman xwest ku li Misrê ji bo ber li mirina mirovan bê girtin û tundî neyê kirin.
Balyoz Perceval di civîna ku 15 endamên Konseyê beşdar bûn de, bangewazî li hemû aliyên Misrê kir û xwest dawî li tundiyê bînin û aramîyeke mezin pêk bînin.
Perceval da zanîn ku endaman xemgîniya xwe anîne ziman û her wiha ji bo lihevkirineke neteweyî bang li aliyan kirin.
Her wiha Balyoz Percevel li ser navê welatê xwe daxuyaniyek da û erîşên hovane şermezar kirin. Ji bilî vî derbeya 3yê Tîrmehê jî şermezar kir û got ku der barê rûdanên sîyasî yên dawî de bi fikar in.