QAMÎŞLO
Di deriyê Sînorê Sêmalkayê re ku li ser navçeya Dêrika Hasekiya Sûriyê ye çûn û hatinan dest pê kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ber hev kir, deriyê sînor berê bi tenê ji bo kesên ku li Sûriyê birîndar dibûn, derbasî Iraqê bibin vekirîbû.
Lê niha ji bo kesên ku li bajarê Hasekî, Rakka û Helebê dijîn û malên wan hilweşiyane jî destûra derbasbûnê hat dayîn.
Hat diyarkirin ku rayedarên Rêvebiriya Herêma Federal a Kurdistana Iraqê li benda Sûriyan e. Rayedar kesên ku derbasî Iraqê dibin pêşwazî dikin û wan dibin di herêma ku nêzî Hewlêrê hatiye amadekirin de bi cih dikin.