BEYRÛT
Li Beyrûda paytextê Lûbnanê wesayîta bombebarkirî teqiya. Di teqînê de 21 kes mirin û herî kêm 200 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Karên Hundir Mervan Şerbîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li ser rêya Ruveysê ya ku li başûrê Beyrûdê ye û wek keleha Hîzbullahê tê zanîn, erebeyeke bombedagirtî hat teqandin.
Hat diyarkirin ku ji ber teqînê kesên ku li awahiyên der û dor dijîn di malên xwe de hêsîr man.
Serokomarê Lûbnanê Mîşel Sûleyman êrîşê şermezar kir û got ku di teqînê de şopên komên terorîst û Îsraîlê tê dîtin.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî êrîşa ku bû sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan şermezar kir.
Piştî êrîşê di welêt de şîna neteweyî hat îlankirin.