KAHİRE
Li Misrê Koalîsyonya li dijderbeyê ji bo ku qetliyaman protesto bike, bi navê "îna xeddar" li Qahîreyê, Gîzayê û li El-Kalyubiyyeyê 38 çalakî dê li dar bixe.
Koalîsyonê daxuyaniyeke nîvîskî da û got xwepêşandêrên ku dê piştî nimêja înê beşdarî çlakiyê bibin, li Qahîreyê li Qada Ramsesê dê bigihêjine hev.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev çalakî dê aştiyane bin, her wiha hat gotin ku tundî û bûyerên tarî ne karê wan e ne rêz ûrêçika wan e jî. Bûyerên bi vî şiklî bibin jî ji bo ku têkoşîna me ya heq bikesixînin, tên kirin û wek sedema têkçûna me tê nîşandan.
Di 25ê kanûna paşîn 2011an de di şoreşa Misrê de xwepêşana pêşîn jî dîsa bi navê "Îna Xeddar" hatibû oranîzekirin.
Li bajarê Sûweyşê artêşê pevçûnên di navbera derbexwaz û derbenexwazan de aş kir.
Li gor agahiyên karên herêmî hat zanîn ku her çiqas qedexeya derketina derve hebe jî dîsa gelek kes derketin sikakan di vê nevberê de çalakiyên li Taxa Faysalê veguherî şerê derbexwaz û derbenexwazan.
Hat gotin ku dipevçûnan de dengê çekan hatiye bihîstin li ser vê yekê hêzên artêşa 3. hatiye cihê bûyerê û pevçûnê aş kiriye. Di encama vê pevçûnê de mirî û birîndar hene an çi qas in, nayê zanîn.
Wekî din hat zanîn ku li Taxa Sûweyşê komeke dilqnediyar gule berdan li ser artêşê û piştî ku artêş jî bersiv da ew kesana ber bi devera Kornîşa Kevin raviyan.