TEHRAN
Balafira hêzên ewlehiya Îranê ya ku ji Tehranê diçû Zahîdanê ket û 7 kes mirin.
Li gor nûçeya ÎRNAya ajansa fermî ya Îranê ekîba ku di balafira de bû, wê li ser êrîşa terorê ya ku li herêma Serevana Eyaleta Zahidanê biribûn ser hêzên ewlehiyê lêkolîn bikira, lê balafir li nêzî Kureyna navçeya Zahidanê ket. 4 mensûbên emniyetê û 3 wezîfedarên balafirê di qezayê de mirin.
Li ser sedema ketina balafirê lêkolîn tê kirin.