ANKARA
Hilbijartina Lijneya Bilind a Dozger û Dadgehan dest pê kir. Di hilbijartinê de 10 endamên esîl û 6 jî yên yêdek dê bên hilbijartin.
Di hilbijartinê de ji bo daraza edlî ji namzedan 7 esîl, 4 yêdek ji bo daraza îdarî jî 3 esîl û 2 yêdek dê bên hilbijartin. 12 hezar û 520 kes ji daraza edlî û hezar û 474 kes jî ji daraza îdarî bi tevahî 13 hezar û 994 kes dê biçin ser sindoqan û rayên xwe biavêjin.
Li her bajarî hilbijartin di bin rêveberiya lijneya hilbijarinê ya bajar de tê kirin û dadger û dozgerên ku li wî bajarî bi wezîfene jî diçin ser sindoqê û deng didin.
Hat ragihandin ku sindoq îro saet di 17.00an de bên vekirin.