ANKARA
Mihemed Qasim Nasirê ku di navbera 2013-2015an da li Tedmûra navçeya Humsa Sûriyeyê wezîfeya serdozgeriyê kir, qala pêwendiyên rejima Bişar Esed û rêxistina terorê DAEŞê yên ku dema wezîfedariya xwe da bû şahid, kir. Nasir destnîşan kir ku di navbera herdu aliyan da pêwendiyeke xurt a bazirganiyê heye, rejim çekan dide rêxistinê û bi saya sîxurên xwe yên ku kiriye nava rêxistinê xwedanderfet e ku tevî Tirkiyeyê hin deran çalakiyan bide kirin.
Nasir bersiva pirsên AAyê da û destnîşan kir ku piştî DAEŞê di dawiya gulana sala borî da Tedmûr hilda û şûnda ew pêşiyê derbasî Humsê bû û di dawiya salê da jî ji Sûriyeyê revî û dû re hat Tirkiyeyê.
Nasir der barê tevkariya rejima Esed û rêxistina terorê, pêwendiyên Rûsyayê yên bi DAEŞê ra, bi destê rejimê va bi zanetî pêşkêşkirina navçeya Tedmûrê ya ji bo DAEŞê û êşkenceyên ku di girtîxaneyan da li muxalifên netundraw tên kirin da daxuyanî da.
Nasir diyar kir ku ji ber wezîfeya wî ya li Tedmûrê, têkiliya wî bi hemû peywirdar û serbazan ra hebû û bi rêya serbazên edlî û ewlekariyê yên ku ji bo bajêr dihatin şandin, haya wî bi her tiştî çêdibû.
Nasir bal kişand ku vê yekê jî hişt ku haya wî ji bazirganî û tevkariya di navbera rejim û DAEŞê da çêbe û wiha got, "Ji sala 2013an heya sala 2015an ku DAEŞê êrîşî Tedmûrê kir, ez li ser wezîfeya serdozgeriyê bûm. Di vê heyamê da di navbera rejim û DAEŞê da di warê neft, xaz, genim, ceh, pez, zad û xurek, cilûberg û derman da bazirganî zêde bû."
- "Hollandeê piyê Esed maç bike"
Nasir destnîşan kir ku serokê şaxa îstixbarata li Tedmûrê Tuggeneral Mazin Ebdulatîf ji wî ra got ku di nava DAEŞê da ajanên wan hene, ew timî bi ajanan ra di têkiliyê da ne û ew dikarin tesîrê li biryarên rêxistinê bikin. Nasir axaftina xwe wiha domand:
"Mesela Ebdulatîf xeber da min ku ajanên wan ên di nava rêxistinê da plan dikin ku li Tirkiyeyê êrîşa terorê pêk bînin. Ev axaftin di destpêka sala 2015an da qewimî. Ebdulatîf ji min ra got ku Tirkiyeyê ji ber midaxaleya Sûriyeyê bedelekî mezin bide û dê bi agirê terorê bişewite, di serî da Fransa û Serokomar François Hollande yên ku dixwazin rejima Esed têk biçe û Ewropa dê bedelê vê gelekî giran bide, di kurtedemekê da ajanên me yên li Reqayê dê vê bikin û emê xeberên xweş bistînin. Bi rastî jî çend meh şûnda li Fransa û Tirkiyeyê êrîşên bibombe qewimîn. Li ser vê Ebdulatîf got ku Hollandeê were û ji bo ku dijî DAEŞê şer bike dê piyê Esed maç bike."
- "Heger bixwastana di nava çend hefteyan da dikaribûn rêxistin tune bikirana"
Nasir diyar kir ku haya serbazên rejimê ji qewimînên li Reqayê hebû û wiha dewam kir, "Heger bixwastana di nava çend hefteyan da dikaribûn rêxistin tune bikirana. Lêbelê ji wan sûd werdigirtin. Dizanibûn ku pêdiviya wan bi vê rêxistina ku îmaja şoreşa Sûriyeyê xirab dike û hemû dinyayê tehdît dike, heye."
- "Çekên ku DAEŞê dixwastin didanê"
Nasir diyar kir ku dema ew li Tedmûrê wekî dozger dixebitî, hevalekî wî hat cem wî û jê ra qala agahiyeke taybet kir. Li gor vê agahiya taybet, hevalê Nasir, mitehîtekî bi navê Şêx Mehmûd el-Hammudî yê ku ji rejimê ra dixebitî û serbazê rejimê Mihemed el-Cabîr bi DAEŞê ra peymaneke çekan çêkirin.
Nasir wiha xeberda:
"Carinan ev peyman dîrekt dihatin kirin, bi şev bi dizî çek dibirin û teslîmî milîtanên DAEŞê dikirin. Mabeykaran ji bo çekan pere didan Cabîr. Mabeykarên ku Mehmûd Hamawî jî di navê da hebû, bi DAEŞê ra li hev dikirin û der barê cure, miqdar û pereyê çekan da li hev rûdiniştin. Cabîr çekên ku DAEŞê dixwastin, datanî cem yekîneya Teyrêbazên Badiyeyê (navê yekîneya leşkerî) yên di kontrola xwe da an jî datanî noqteyên kontrolê. Dû re jî DAEŞê êrîş dibir ser ciyên ku çek lê ne û Cabîr jî ji leşkeran ra digot ku canê wan şêrîntir e û emir dida û leşker vedikişiyan. DAEŞa ku herêm dikir kontrola xwe, çek dibirin navenda xwe."
Nasir ji nûçegihanê AAyê ra axivî û destnîşan kir Rûsya di têkiliyên navbera rejima Esed û DAEŞa rêxistina terorê da xwedîrol e.news_share_descriptionsubscription_contact


