Li Sîvasê werşeqa ku li rexê rê birîndar hat dîtin, tê tedawîkirin
Sivas
Li Hafîka navçeya Sîvasê werşeqa ku li rexê rê birîndar hat dîtin, tê tedawîkirin.
Li nêzî gundê Yarhîsara ser navçeya Hafîkê şofêrekî TIRê li rexê rê heywaneke birîndar dît û cab da ekîbên Şaredariya Hafîkê.
Li ser êxbarê personelên şaredariyê çûn herêmê û tesbît kir ku heywan werşeq e û her du lingên wê yên paşiyê şikestine.
Ekîban heywana birîndar ji bo midaxeleya ewil pêşiyê anî tesîsên şaredariyê.
Hat gotin ku wê paşê ji bo tedawî û rehabîlîtasyonê werşeqê teslîmî ekîbên Midûriya Şaxa Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî bikin.
Wezîfedarê şaredariyê Alparslan Sogancioglu ji nûçegihanê AAyê ra got, "Şofêrê TIRekî li Şaredariya Hafîkê ra têlefon vekir û got ku wî di rê da heywanekî mînanî Şêrê Anadoluyê dît. Em çûn herêmê, me dît ku werşeqa Anadoluyê birîndar bûye. Me ji bo tedawiyê anî Şaredariya Hafîkê."
