Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê: Di êrîşên dawîn ên Îsraîlê da 21 kes hatin kuştin
Istanbul
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ragihand ku li Xeta Xezeyê ji ber êrîşên dawîn ên Îsraîla ku agirbestê binpê dike, 21 Filistînî hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê digel agirbestê, bi hincetên cuda êrîşên xwe yên li Xezeyê didomîne.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat diyarkirin ku ji ber êrîşên dawîn ên Îsraîlê 21 Filistînî hatin kuştin û 38 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da her wiha hat balkişandin ku ji destpêkirina agirbestê û vir va ya di 11ê Cotmehê da hat îlankirin, 556 Filistînî hatin kuştin û zêdetirî 1500 kesî birîndar bûn û ji bin kavilan jî termê 717 kesan hat derxistin.
Hat destnîşankirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku di 8ê Cotmeha 2023yan da dest pê kirin, hejmara kesên ku hatin kuştin derket 71 hezar û 824an, ya birîndaran jî derket 171 hezar û 608an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
