Abdullah Tel
15 Gulan 2020•Rojanekirin: 16 Gulan 2020
Li Îranê di nav 24 saetên dawîn da hejmara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin 48 zêde bû û derket 6 hezar û 902yan.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Kiyanûş Cîhanpûr di weşana zindî ya têlevizyonê da diyar kir ku di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 48 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin, 2 hezar û 102 waqieyên nû hatin tesbîtkirin.
Li gor vê jimara weqiayan a rojane ji 7ê Nîsanê vir va cara ewil ji 2 hezarî derbas bû.
Cîhanpûr destnîşan kir ku li welêt hejmara kesên ji ber şewba Kovîd-19ê mirin gihîşt 6 hezar û 902yan û 116 hezar û 635 kes jî bi şewbê ketin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir ku ji nexweşên şewb bi wan geriyaye rewşa 2 hezar û 727 kesan giran e û heta niha 91 hezar û 836 kes jî ji şewbê filitîn.