Abdullah Tel
15 Gulan 2020•Rojanekirin: 16 Gulan 2020
Li Îspanyayê di 24 saetên dawîn da ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) 138 kesan can da û heta niha bi tevahî 27 hezar û 459 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Îspanyayê daneyên mirî û waqieyên ji ber şewba Kovîd-19ê rojane kir.
Li gor vê di beyana duh da hatibû ragihandin ku 217 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirinê û ev jimar îro daket 138an. Di sê rojên dawîn da hejmara miriyan zêde bûbû û tê dîtin ku ev jimar careke din ber bi daketinê va diçe.
Heta niha li seranserê Îspanyayê 27 hezar û 459 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirin.
Li gor testên PRCê di 24 saetên dawîn da jimara waqieyan 549 kes zêde bû û gihîşt 230 hezar û 183an.
Ji hêla din va di nav 24 saetên dawîn da 1409 kes jî ji şewbê filitîn û hejmara kesên baş bûn jî bû 144 hezar û 783.