PEKÎN
Li Çînê ji ber şobek nû ya çûkan li hemû welêt heta niha 43 kes mirin. Li gor agahiyan vîrûsa H7N9 derbasî 132 kesan bûye.
Komisyona Tenduristiya Neteweyî û Plankirina Malbatê ya Çînê diyar kir ku li hemû welêt ji kesên ku bi nexweşiyê ketine û çûne nexweşxaneyê 85 kes hatine tabûrcîkirin û tedawiya nexweşên din jî dewam dike.
Komisyonê dest nîşan kir ku vîrus li 10 eyalet û li 40 welatî bandordar e. Li welêt weqieya herî dawî meha çûyî hatiye dîtin.
Digel Navenda Bergirtin û Kontrola Şovbayê ya Çînê û Zaningeha Hong Kongê lêkolîn hatin kirin. Li gor encamên lêkolînê vîrusa H7N9 ji vîrusa berê ya H5N1ê kujertir nîne.