ANKARA
Misilmanan, li çar aliyên dinyayê di bin tesîra şer, zilm, teror, dagirî û mişextiyê de dest bi meha Remezanê kirin.
Li Misrê Derbe: 53 kes mirin
Li Misrê piştî wergerandina reveberiya Husnu Mubarek a 30 salî, yekem car hilbijartin çêbûn û Muhammed Mursî bû Serokkomar. Lê berî ku salek biqede, artêşê bi derbeyê dest danî ser rêveberiya Misrê. Piştî derbeya leşkerî kuçe û kolanên Misrê yekcar tevlîhev bûn. Artêşê dema alîgirên Mursî nimêja sibehê dikirin, gule reşandin ser wan. 53 kes mirin, bi sedan kes birîndarbûn.
Li Sûriyê şerê navxweyî
Li Suriyê di navbera alîgirên rejîmê û Muxalîfan de ev zêdeyî du salan e ku şer didome. Li gorî NYê heta niha 100 hezar kes mirin. Bi milyonan welatiyên Suriyeyî jî, li welatên wek Tirkiye, Urdun û Îraqê penaber in.
Li Lubnanê teqîn
Piştî ku Hizbulahê piştgirî da rejîma Esed, li Lubnanê gengeşiya di navbera mezheban de zêde bû. Di roja yekem a Remezanê de, li nêzîkî kampa Sabra ya penaberan teqîn qewimî: Bi dehan kes birîndar bûn.
Pevçûnên li Iraqê
Irak piştî dagirkirina Amerîkayê, ji 2003an ve heta niha di nav xwîn, tundî û zilmê de dijî. Niha jî li welêt teqîn û êrîşên xwekujiyê hene. Piştî vekişîna DYEyê di navbera Şîî û Suniyan de xelxeleyê dest pê kir. Hikûmeta ku bi pirsgirêkên navxweyî re mijul dibe, piranî ji hêla Suniyan ve tê protestokirin.
Êrîşên li Sîncanê
Herêma Sincan Uygurê ya Xweser, ji 1949an heta niha ji hêla Hikûmeta Çînê hatiye dagirkirin. Li vê derê êrîş û asîmîlasyonên li ser misilmanan bê navber didomin. Bi taybetî di 4 salên dawî de li herêmê xelxele û pevçûn qed kêm nabin. Vê heftiyê di pevçûnên li herêma Turfanê de 35 kes mirin.
Zextên li ser misilmanên Myanmarê
Zextên li ser misilmanên Myanmarê ji 1960î ve didomin. Welat di bin hikmê bûdîstan de ye û misilmanên Rohîngyayê wek welatî nayên qebûlkirin. Mafên misilmanan ên xwendin, zewac û gerê têne sinorkirin. Ji tirmeha 2012an ve, bi sedan kes mirin. Bi hezaran misilman mecbur man ku welatê xwe biterkînin û biçin kampên Bangladeşê.
Li Filistînê dagirkirina Îsraîlê
Filistîn, ji 1948an ve di bin dagiriya Îsraîlê de ye û ji 2006an ve jî him ji bejeyê him ji behrê him jî ji hewayê ve di bin ambargoyê de ye. Bi deh hezaran welatî, li dewletên dora Filistînê wek penaber dijîn.
Li Afrîkayê pevçûn û birçîbûn
Afrîkaya ku çavkaniyên wê yên suriştî ji hêla kedxwarên Ewropî ve tê talankirin, bi birçîbûn, tîbûn û hişkesaliyê re têdikoşe. Li gorî raporên NYê li Afrîkayê 239 milyon mirov li ber birçîbûnê ne.
Pakîstan
Li Pakîstanê him di pevçûnên navbera Sunî û Şîîyan de him jî di erîşên DYEyê yên li ser Talîbanê de bi sedan sivîl mirin. Ji ber pevçûnên mezhebî li mizgeftan jî teqîn diqewimin. Di êrîşên 4 mehên dawî de 200 kes mirin.
Afganistan
Li Afganistanê di navbera hêzên ewlehiyê û endamên Talîbanê de pevçûn didomin. Di meha dawî de bi qasî 600î kes mirin.
Tunus
Li Tunusa ku Bihara Ereban li wir dest pê kiribû, bêîstikrariya siyasî didome. Kuştina Siyasetmedarê muxalîf Şikrî Belîd, bûbû sedema xwepêşandanan.
Libya
Li gel ku du sal di ser rejîma Qadafî re derbasbûn jî, li welat îstîkrar pêknehat.Hilbijartinên Serokatiya Meclîsê cend çaran têne taloqkirin û pevçûnên navbera eşîran didomin. Di pevçûnên dawî de 32 kes mirin.
Sudan
Di navbera artêşa Sudanê û mîlîsên eşîran de pevçûn didomin. Li gorî NEyê ji 2003an ve li Sudanê 300 hezar kes mirin.
Li Somaliyê birçîbûn û mirin
Li Somaliya ku bi birçîbûnê re têdikoşe, pevçûnên di navbera mîlîsan de bê navber didomin. Hefteya borî li bajarê Kismayoyê 71 kes mirin.
Çeçenistan
Çeçenistanê piştî ku di 1991ê de serxwebûna xwe îlan kir, ji hêla Rusyayê ve hat dagirkirin. Di pevçûnen 22 salan de li welêt, tê texmînkikrin ku 250 hezar kes mirin û bi sed hezaran jî birîndar hene. Heta niha 500 hezar kes mecbûr man ku ji welatê xwe koç kirin.
Patani
Patani, li başûrê Taylandê ye û misilman li vê derê dijîn. Li vir di navbera leşker û berxwedêran de pevçûn didomin. Li Pataniya ku di 1902an de hat dagirkirin, bi deh hezaran kes mirin.