TEHRAN
Li Îranê fitara ewil ya remezanê hat vekirin. Li paytext Tehranê di mizgefta mezin Musallayê de xurekên fitarê li gel hatin belavkirin.
Îranî ji bo remezanê hatin ziyareta Fuara Qur'ana Kerîm ya li Mizgefta Musallayê hatibû lidarxistin. Îraniyan fitara xwe bi xurme û çayên ku piştî bangê hat belavkirin, vekirin.
Girse piştî fitar û nimêja êvarê li standên fuarê geriya.
Her sal di remezanê de ji hêla Komîteya Arîkariyê ya Îmam Xumeynî ve stand tên avakirin. Îraniyan li standan kartên ku li serê nav, temen û wêneyên sêwiyan hene, hilbijartin. Îraniyan ji bo ku salekê mesrefên van sêwîyan bidin, qeyda xwe çêkir.
Berpirsyarê standê Riza Gulmuhemedî der barê çalakiyên komîteyê de agahî da nûçegihanê AAyê. Gulmuhemedî diyar kir ku Komîteya Arîkariyê yê Îmam Xumeynî ji sala 1978an ve aktîf e. Komîte kesên hewcedariya wan bi arîkariyê heye, sêwiyan, zarokên ku baş nayên xwedîkirin an jî yên bêxwedî diyar dike û bi xêrxwazan re tîne li bal hev.
Gulmuhemedî bixwe jî 23 sal in li komîteyê dixebite. Gulmuhemedî wiha axivî: "Kesên ku hewcedarî arîkariyê ne, bi taybetî zarokên sêwî, bi van kartên taybet yên nasnameyê didin nasîn. Xêrxwaz zarokekê dihilbijêre û mesrefên zarokê yên salekê temîn dike û destekê dide wan. Xebatên me her wextên salê hene, lê belê însan di meha remezanê de bêtir arîkariyê dikin. Par di meha remezanê de tenê li standa me ya Musallayê 19 hezar xêrxwazan ji bo ku arîkariya sêwîyan bikin, xwe qeyd kirin."
Gulmuhemedî dest nîşan kir ku komîteya arîkariyê li her cihê Îranê çalak e. Di gel sêwiyan, gelek bernameyên komîteyê yên ji bo cîwanên ku bixwazin bizewicin, girtiyên ji ber ku nikarin diyeta sucên xwe yên bêqest bidin di girtigehan de ne, nexweşên ku nikarin ji bin heqê dermanan derkevin û jinên ku dixwazin karê xwe bixwe ava bikin, hene.