Tirkiye

"Niha ji bona Tirkiyeyê tu talûkeyeke vîrusa koronayê tuneye"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca: "Bi taybetî dixwazin bibêjim ku niha li Tirkiyeyê tu talûkeyeke vîrusa koronayê tuneye"

Nihat Kavşut  | 22.01.2020 - Rojanekırın : 23.01.2020
"Niha ji bona Tirkiyeyê tu talûkeyeke vîrusa koronayê tuneye"

Ankara

 Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca der barê vîrusa koronayê da got ku bi taybetî dixwazin bibêjim ku niha li Tirkiyeyê tu talûkeyeke vîrusa koronayê tuneye.

Koca li Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) pirsên der barê rojevê da bersivand.

Wezîrê Tenduristiyê Koca diyar kir îsal li gor par di rêjeya kesên arsimî bûn da guherîn tuneye û wiha got: "Niha di piyaseyê da milyonek û 650 hezar qutî dermanê me yê arsimê hene. Em bi rehetî dikarin bibêjin ku kêmasiya derman tuneye. Dikarim bibêjim ku arsim zêde nebûye, ajandayeke nû tuneye û xetere tuneye. Di warê dermanê arsimê da tu pirsgirêk tuneye."

Koca destnîşankirin ji ber ku der barê dermanan da pergala me ya teqîbkirinê zexim e pirsgirêkeke mezin dernakeve û wiha axivî: "Ji bona dermanên ji dervayî welêt tên peydakirin di sala 2019an da 3,2 milyar lire hat dayîn."

Wezîrê Tenduristiyê Koca li ser pirsa der barê vîrusa koronayê da wiha axivî: "Li welatê me tu nexweş tunene, heta nexweşên ku talûkeya wan zêde bin jî tunene. Bi taybetî dixwazin bibêjim ku niha li Tirkiyeyê tu talûke tuneye. Nexweşekî giran ku ji Çînê hat me hilda odeya karantînayê û amadehiyên me hene ku bi ambulansê bibin nexweşxaneya ku hatiye eşkerekirin."

Koca diyar kir ku der barê vîrusa koronayê da îro li Wezareta Tenduristiyê wê civîna nirxandinê bê kirin û got ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji bona Tirkiyeyê kameraya terman pêşniyaz nake, lê kamerya terman jî di nav da me hemû amadehiyên xwe kirine.

Wezîrê Tenduristiyê Koca diyar kir ku divê li Tirkiyeyê rûnên trans bên qedexekirin û wiha axivî: "Di vê mijarê da xebatên me yên teknikî hene. Helwesta Meclisê girîn e û divê guherîn ji 6 mehan derbas nebe. Dibe ku di nav îsal da bê qexekirin."

Koca di berdewamiyê da destnîşan kir ji bona sihetê divê taştê neyê îhmalkirin û got ku ez taştêya baş û vexwarina şorbeyê pêşniyaz dikim.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.