Dinya

Nexweşiya vîrusa koronayê ya li Çînê heye, gihîşte Amerîkayê jî

Li gor çapemeniya Amerîkayê kesekî çû Çînê û vegeriya welêt nexweş ket û niha li Washîngtonê tê dermankirin. Lê nexweşiya wî wek nexweşiya vîrusa koronayê ya li Vuhanê heye, xuya dike.

Türkan Tosun  | 22.01.2020 - Rojanekırın : 25.01.2020
Nexweşiya vîrusa koronayê ya li Çînê heye, gihîşte Amerîkayê jî

New York

Nasnameya kesê nexweş nehat eşkerekirin û hat gotin rewşa wî giran e.

Heta niha 6 kes ji ber nexweşiya sedema wê vîrusa koronayê ye mirin.

Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê daxuyandibû duh di 77 kesan da ev vîrus hatiye dîtin û li welêt hejmara van kesan gihîştiye 291an.

Hatibû gotin ji van kesan jê 72 li eyaleta Hubeyê, 3 kes li Şanghayê û 3 kes jî li Pekînê ne.

Sersala nû ya Çînê (Cejna Biharê) di 25ê çileya paşîn da dest pê dike. Bi milyonan kes ji ber cejnê dixwazin herin welatê xwe, lê ji ber vê nexweşiyê ditirsin.

- Nexweşiya biraz

Di salên 2002-2003an da jî li Çînê nexweşiya SARSê belav bûbû û bi sedan kes ji ber vê nexweşiyê mirîbûn. Ji ber ku vê nexweşiyê tîne bîra mirovan li welêt gel ditirse.

Rayedarên Çînê der barê vê nexweşiya biraz da gotibûn li gor lêkolînên ewil ev ne nexweşiyên SARS, MERS, influenza, şofiya çûkan û adenovîrus e.

Pisporên ji Hong Kongê gotibûn şiklê vê vîrusê û ya SARSê ji sedî 80 wek hev in.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.