Ahmet Aydın
25 Mijdar 2018•Rojanekirin: 26 Mijdar 2018
Îran
Li eyaleta Kirmaşanê ku dikeve rojavayê Îranê bi şideta 6,4ê erdhej çêbû.
Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Enstîtuya Jeofizîkê ya Zanîngeha Tehranê, erdhejek ku navenda wê çolwarê Serpol Zehaba girêdayî eyaleta Kirmaşanê ye, bi şideta 6,4ê erdhej çêbû.
Hat ragihandin erdhej bi dema herêmî seat 20.07ê bi qasî 7 kîlometroyan di kurahiya erdê de çêbûye.
Ji aliyekî din ve heta nuha ji aliyê meqamên fermî ve derbarê mirî û birîndaran de ti hejmarek nehatiye dayin.