Türkan Tosun
25 Mijdar 2018•Rojanekirin: 26 Mijdar 2018
MADRÎD
Ji ber "Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Ji Bo Tundiya Li Ser Jinê" li hemû bajarên Îspanyayê çalakî hatin lidarxistin.
Foruma Madrîdê ya Tundiya Li Ser Jinê li paytext Madrîdê çalakiyek li dar xist.
Ji partiyên siyasî, sendîka û nunerên saziyên civakî yên sivîl gelek jin beşdarî çalakiyê bûn û ji bo azadiyê meşiyan.
Di meşê da diruşmên wek "Bila yek ji me jî kêm nebe, em azadiyê dixwazin", "Ji ber ku em we aciz dikin efû bikin, lê me dikujin", "Madrîd wê bibe gora maçoyan" û "Bikinc an jî bêkinc dest nedin bedena min" hatin berzkirin.
Li Îspanyayê di salên dawîn da li hemberî tundiya jinan gelek çalakî tên lidarxistin û ev "birîna herî mezin a civakê ya ku xwîn jê diherike" tê dîtin.
Di nav 15 salan da li Îspanyayê 972 jin ji hêla mêran va hatin kuştin.
Par 49 jin ji hêla hezkirî an jî mêrên xwe va rastî tundîyê hatin û hatin kuştin, îsal jî 44 jin hatin kuştin.
Rayedarên saziyên civakî yên sivîl daxuyandin ji van jinên hatine kuştin nivê wan serî li polêsan nedane û gotin di salên dawîn da hejmara jinên temenê wan ji 18yan biçûktirin û tên kuştîn zêde dibe.