Önder Beyter
25 Mijdar 2018•Rojanekirin: 26 Mijdar 2018
RAMALLAH
Hêzên Îsraîlê, Waliyê Qudsê Ednan Xeys ku girêdayî Rêveberiya Filistînê ye, piştî mehekê cardin binçav kir.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, Waliyê Qudsê Xeys li mala xwe ku li taxa Sîlwan a li başûrê Mescida Eqsayê ye, bi destê polîsê Îsraîlê hat binçavkirin.
Di nûçeyê da der heqê sedemê binçavkirina walî da tu agahî nehat dayîn.
- Ji Filistînê li dijî Îsraîlê şermezarî
Ji aliyekî din va, hikûmeta Filistînê ew yek şermezar kir ku hêzên Îsraîlê, Waliyê Qudsê Xeys binçav kir.
Berdevkê Hikûmetê Yûsif el-Mehmûd di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got, "Binçavkirina Waliyê Qudsê dide nîşan ku hikûmeta dagirker li ser wan kiryarên xwe berdewam e û paytexta me ya dagirkirî, gelê wê, lîderên wê û pîrozweriyên wê ji xwe ra dike armanc."
- Walî meha derbasbûyî jî hatibû binçavkirin
Meqamên Îsraîlê roja pêncşemê qedexe dabûn ser Waliyê Qudsê Xeys ku 6 mehan neçe Şerîeya Rojava ku dagirkirî ye.
Walî Xeys meha çûyî jî bi destê hêzên Îsraîlê hatibû binçavkirin û herwiha piştî dadgehkirinê çend roj şûnda hatibû berdan.