Türkan Tosun
25 Mijdar 2018•Rojanekirin: 26 Mijdar 2018
KAMPALA
Li Ugandayê keşyiya rêwiyan a ku qasî 90 kes tê da bûn li Gola Vîctoriyayê binav bû, 29 kes xeniqîn.
Rayedarê polêsan Zurah Ganyana daxuyand ji ber ba û bahoza xurt û siwarbûna zêde a rêwiyan, keştî li Gola Vîctoriyayê ya nêzîkî paytext Kampalayê binav bûye.
Ganyana got cesedê 29 kesan hatiye dîtin, 27 kes hatine xilaskirin û xebatên lêgerîn û xlaskirinê dewam dikin.
Ganyana anî ziman dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Li Gola Vîctoriyayê di rabirdûyê da gelek keştî binav bûn.
Di meha Cotmehê da jî li qeraxê Tanzanyayê dîsa keştiyek binav bûbû û bi sedan kes miribûn.