Hat ragihandin ku li Libyayê kelekeke ku qaçaxan dikişand binav bû. Di qezayê de ji 200 kesan, jê 36 kes hatin xilaskirin û 164 kes jî wendane.
Berdevkê Fermandariya Hêzên Behrê yê Libyayê Eyub Qasim daxuyand ku li 10 mîl nêzîkî qeraxa Tacuraya rojavayê Trablusê, kelekeke ku 200 qaçax dikişand binav bû. Qasim got ku ji kelekê jê 3 jinên ducanî 36 kes hatin xilaskirin û 164 kes jî wendane.
Qasim daxuyand ku ji bo ku 164 kes bên dîtin, xebat dewam dikin.
Rayedar dibêjin dibe ku zêde kes li kelekê siwar bûne û ji ber vê kelek binav bû.
Hat ragihandin ku qaçaxên afrîkayî yên ku dixwestin li ser Libyayê herin Ewrupayê di kelekê de bûn.