Krûvaziyeriya Costa Concordîa ya li Girava Gîglîoya Îtalyê yekalî noq bibû, piştî xebatekeke 19 saetî hat rastkirin. Merhaleya yekem a projeyê bi vî awayî hat temamkirin.
Operasyona rastkirinê ya di saet 09.00an de dest pê kir hetanî saet 04.00an dewam kir û bi awayekî serkeftî bi dawî bû.
Midûrê Giştî yê Parastina Sivîl Franco Gabrîellî, piştî operasyonê daxuyand ku operasyona verastkirina keştiyê bi awayekî serkeftî hatiye temamkirin û got: "Îro ji bo keştiyê ji peravê dûr bixin gavek hat avêtin û operasyona Corcodîa ya Parbûcklîngê hat qedandin."
Nîck Sloanê birêvebiriya operasyonê kir da zanîn ku piştî xebateke 19 saetên dijwar bi ser ketin û got: "Em tevî ekîbê bextewar in."
Krûvazîyeriya Costa Concordîa ya aîdê saziya Costa Crocîere, di 13 rêbendana 2012an de tevî 4 hezar û 200 rêwî û murettebatî ber bi rojavayê bakûr ve, êvarê derketiye rê û li zinarê Girava Gîglîo ya Toskana ketiye. Keştiya ku li vî peravî zinaran ketiye, li herêmê nêzikî 20 mehan hetikî mabû.
Di qezayê de 32 kesan can dabû. Cesedên 2 kesên mîrî jî hêj nehatine dîtin. 10 rêwiyên tirk ên di keştiyê de, ji qezayê bê birîn filitîbûn.