Cîgirê Serokomarê Iraqê Hudayr el-Huzaî diyar kir ku ji bo çareserkirina qeyrana siyasî ya li welêt dê roja pêncşemê bi navê "hewldana aştiya civakî" civîneke berfireh li dar bixin.
Huzaî li Qesra Serokomariyê ya li paytext Bexdayê daxuyaniya çapemeniyê da û destnîşan kir ku dê di dawiya civînê de belgeyekê îmze bike û got ku roja pêncşemê, piştî civînê dê ji hêla hemû komên siyasî ve 'belgeya şerefê' bê îmzekirin. Huzaî destnîşan kir emê bi belgeyê hewl bidin ku qeyrana siyasî û pirsgirêkên li welêt çareser bikin.
Huzaî got ku dê Serokwezîrê Iraqê Nurî el-Malikî, Serokê Parlementoyê Usame en-Nuceyfî, Cîgirê Serokê Lijneya Wezîran Salîh el-Matlak, Serokê Rêvebiriya Harêma Kurdistana Iraqa Federal (RHKIF) Mesud Barzanî, partiyên koalîsyonê, partiyên kurdan, serokên eşîran, rewşenbîr û nûnerên xwepêşanderên Enbarê dê 'belgeya şerefê' îmze bikin.
Huzaî diyar kir ku ji bo çareserkirina qeyrana siyasî dê komîteyeke ku hemû aliyên siyasî yên ku belgeya şerefê îmze kirin, temsîl dike bê damezrandin û got ku navên aliyên ku belgeyê bin pê dikin dê li kolanan bê îlankirin.
Huzaî qala naveroka belgeyê nekir û got ku madeyên herî girîng yên belgeyê ev in ku qeyranên siyasî li gor destûrê bên çareserkirin. Ji bo mijarên ku di destûrê de cî nagirin an jî çareseriya wan tuneye, dê komîte bên avakirin.
Li Iraqê qeyrana di navbera rêzikdanîn û birêvebiriyê de ev çend sal in didomin. Digel qeyrana siyasî li welêt çalakiyên protestoyê jî tên lidarxistin.