Keştiya penaberan ku 250 qaçax tê de bûn li herêmê binav bû. Bi operasyona Hêzen Behrê yên Îtalya û Maltayê 206 kes xilas bûn. Di nav kesên ku hatin xilaskirin de gelek zarok jî hebûn.
Yekeyên Ewlehiya Îtalyayê ragihand ku heya niha ji behrê termê 33 kaçaxan hatine derxistin û piraniya wan jî zar û jin bûn.
Li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin.