YALOVA
Semasiya ku ket tora Mehmet Erkorkmazê ku bi hevalên xwe re ji bo masîgiriyê çûbû behrê, anîn hêwirgeha Masigiran ya Yalovayê. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî semasiyê dan û hin kesan li ba wê wêne kişandin.
Serokê Kooperatîfa Berhemên Avî ya Navendê Erdal Tokalak daxuyaniyek da nûçegihanan û da zanîn ku semasiyeke ev qas mezin 10 an jî 15 salan carekê dikeve toran.
Tokalak da zanîn ku semasî di 50 metre kûrahiyê de hat girtin û wiha axivî: "Girtina vê masiyê tesadûfî ye. Kete toran. Hevalên me yên masîgir wê bi şikevê anî hêwirgehê. Masî cureya semasiyên çavbirq e û 800 kilo ye û bi qasî 5 metreyan jî dirêj e. Girtina wan qedexeye, niha ev cure tên parastin. Lê ji ber ku ew ket torê heval mecbûr man ku wê bînin hêwirgehê."