Jiyan

Ekîban binê Çemê Batmanê paqij kir

Şahin Seçen  | 21.08.2025 - Rojanekırın : 21.08.2025
Ekîban binê Çemê Batmanê paqij kir

Batman

 Ekîba Lêgerîn û Xilaskirina Binê Avê ya Midûriyeta Îtfaiyeya Şaredariya Batmanê di Çemê Batmanê da ku ji bo perwerdeya noqbûnê çûn, paqijiya binê avê kirin.

Li gorî daxuyaniya şaredariyê, ekîbê di çarçoveya xebatên perwerdeyê da di Çemê Batmanê da li nêzîkî Pireya Malabadiyê qedera 13 metreyî xwe noqî avê kir.

Digel fealiyeta perwerdeyê, ekîbê binê çem paqij jî kir û zibil û bermayiyên wekî tor, mîsîna, risas, têlefona mobîl, avdankên plastîk, parçeyên hesin û cizdan derxistin.

Di daxuyaniyê da her wisa hat diyarkirin ku mîsîna û risasên ji hêla masîgirên amator va di avê da hatine hiştin, zirarê didin ekosîstemê û lewma bang li welatiyan hat kirin ku jîngehê biparêzin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın