30 Adar 2016•Rojanekirin: 31 Adar 2016
KABUL
Hat ragihandin ku li Bagrama navçeya Pervana bajarê Efxanistanê balafireke şer a NATOyê ket.
Abdul Şukur Kûdûsîyê Qeymeqamê Navçeya Bagramê ji nûçegihanê AAyê ra wiha daxuyand, duh bi şev balafireke şer a hêzên NATOyê a ku ji baregeha Bagramê ku yek ji baregehên herî mezin a DYA û NATOyê ye rabû, demek şûnda li herêma Seh Dokanê ket.
Kûdûsî destnîşan kir ku hêzên NATOyê herêma balafir li wir ket xistin bin kontrola xwe û got pîlot sax filitîne.
Hêzên NATOyê yên li Efxanistanê derbarê bûyerê da hê daxuyanî nedane.
Berdevkê Talîbanê Zabîûllah Mucahîd daxuyand ku li bajarê Pervanê balafireke şer a NATOyê daxistin.