30 Adar 2016•Rojanekirin: 31 Adar 2016
TUNCELÎ
Terorîstê ku bombe avête qulûbeya nobedar a li baxçeyê Walîtiya Tunceliyê û bi çekê êrîş kir, ji aliyê hêzên ewlehiyê va hat bêtesîrkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, terorîstek nêzîkî qulûbeya nobedar a li baxçeyê Walîtiya Tunceliyê bû, bi çeka lûledirêj va gule agir kir û bombeya destan avêt. Lêbelê bombeya ku avêt, neteqiya.
Hêzên ewlehiyê di wê anê da bersîv danê û pevçûn derket. Di pevçûnê de terorîst hat kuştin.
Piştî bûyerê der û dora walîtiyê hat girtin û baxçe hat valakirin.