30 Adar 2016•Rojanekirin: 31 Adar 2016
ANKARA
Di çarçoveya jêpirsîna KPSSya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê birêve dibe de li 24 bajaran der heqê 51 kesî de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li gor agahiyên hatin hildan Dozgerê Komarê Yucel Erkman di çarçoveya jêpirsîna îdiayên KPSSya 2010î ku tê de sextekarî hatiye kirin û pirsên wê berê hatine belavkirin de li 24 bajaran 8 jê jin der barê 51 kesî de biryara binçavkirinê da.
Hat ragihandin ku ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Sûcên Darayî de 30 gumanbarî binçav kir, 21 gumanbar jî hêj qaçax in û ji bo qefaltina wan xebat didomin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê berê jî ji ber belavkirina pirsên KPSSyê der heqê 230 kesî de ji ber sûcên "Avakar û Rêvebirên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO), di ewraqên fermî de sextekarî û delkbaziya li dijî kamûyê" kirine de doz vekiribû.