16 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2017
DIYARBAKIR
Li Erxeniya navçeya Diyarbekirê 10 kes bi îdiaya çêkirina raporên sexte hatin girtin.
Serdozgeriya Erxeniyê der barê hin kesên ku tê îdiakirin raporên sexte amade kirine û bûne sedema zirarkirina dewletê de, lêpirsin da dest pê kirin.
Tîmên cendermeyê di vê çarçoveyê da operasyon bir ser hin navnîşanan û 86 kes binaçvkirin.
74 kes piştî kar û barê li ewlekariyê serbest hatin berdan, yên mayîn jî sewqî dadgehê hatin kirin.
Ji 12 gumanbaran jê 10 kes hatin girtin û 2 kes jî bi şerta kontrola edlî serbest hatin berdan.