Di operasyonên li 16 parêzgehan ên dijî "şertgirtina dereqanûnî û sextekariyê" da 29 berşik hatin tewqûfkirin

Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku navend 6 parêzgeh, di operasyonên li 16 parêzgehan da yên ku li dijî şertgirtina dereqanûnî û sextekariyê hatin lidarxistin, 29 berşik hatin tewqûfkirin.
Wezîr Yerlîkaya di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku navend Uşak, Îzmir, Gazîentab, Qeyserî, Yozgat û Şanliurfa ji hêla ekîbên cendirmeyê li Hatay, Edene, Enqere, Antalya, Stenbol, Bidlîs, Nevşehir, Sakarya, Mêrsîn û Bartinê li dijî berşikên şertgirtina dereqanûnî û sextekariyê operasyon hatin lidarxistin.
Yerlikaya bal kişand ku di operasyonan da 34 berşik hatin qefaltin, ji berşikan 29 jê hatin tewqûfkirin û der heqê 5an da jî biryara kontrola edlî hat dayîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.