30 Adar 2016•Rojanekirin: 30 Adar 2016
ŞIRNAK
Walîtiya Şirnexê ragihand ku qedexeya derketina derva ya li Îdilê wê sibê di navbera seet 04.30 û 21.30an da were rakirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat destnîşankirin ku li Îdil û gundê Dîrsekliyê qedexeya derketina derva ya ku ji bo qefaltina terorîstan, girtina çalan, rakirina barîkatan û îmhekirina teqemeniyan hat îlankirin wê sibê di navbera seet 04.30 û 21.30an da were rakirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku wê ji xeynî van seetan qedexeya derketina derva dewam bike.