30 Adar 2016•Rojanekirin: 30 Adar 2016
ANKARA
Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand, Midûriya Giştî ya Ceza û Malên Tevkîfê (CTE) wê wek karmendê parastina înfazê û ji branşên cuda cuda 2 hezar û 954 personelên bipeyman hilde.
Li gor îlana ku li ser malpera Midûriya Giştî ya Ceza û Malên Tevkîfê hat weşandin jî wê 2 hezar û 454 karmendên parastina înfazê, 144 personelên buroyê, 95 karmendên tenduristiyê, 56 teknîsyen, 155 şofêr, 26 aşpêj, 24 kalorîferkar, bi tevahî 2 hezar û 954 personelên bipeyman were hildan.
Hat ragihandin ku serlêdan wê di 4ê nîsanê da dest pê bikin û 15ê nîsanê da kuta bibin.